{"title":"Mela Abdülaziz Bitlisi Divan’ının Şekil ve Muhteva Yönünden Analizi","authors":"Nurettin ERTEKİN","doi":"10.35859/jms.2023.1296819","DOIUrl":"https://doi.org/10.35859/jms.2023.1296819","url":null,"abstract":"Sala jidayikbûn û wefata wî teqez nehatibe peyitandin jî tê famkirin ku Mela 'Ebdul'ezîzê Bedlîsî di navbera salên 1875-1923î de jiyaye. Tevî ku şa'irekî sofîmeşreb e, şa'irek e ku di derbarê rêgezên bingehîn yê edebiyata klasik xwedî agahiyên tekûz e. Dîwaneke muretteb li pey xwe hiştî ye. Di vê diwanê de du mexles bikar anîbe jî mexlesa Şeyda bêtir ber bi çav e. Di dîwana wî de zimanê sereke farsî ye. Lê hem bi kurdî, hem bi ‘erebî û hem bi tirkî şi'r honaye ku cihê xwe di nava şa'irên çar zimanî de çêkiriye. Di vê xebatê de dîwana Mela 'Ebdul'ezîzê Bedlîsî ji aliyê şikl û naverokê ve hate nirxandin. Piştî destpêkeke kurt di beşa yekem de kurtejiyana Mela 'Ebdul'ezîzê Bedlîsî hate nirxandin. Di beşa duyem de dîwan ji aliyê şikil ve hate analîzkirin. Di beşa sêyem de navoroka diwanê hate tehlîlkirin. Di encamê de xuya bû ku Mela 'Ebdul'ezîzê Bedlîsî şa'irekî çar zimanî ye, ji rêgezên edebiyatê agahdar e, hunera wî ya edebî bi hêz e û pirek e di navbera edebiyata tesewufî ya klasîk û edebiyata dergahî de.","PeriodicalId":485999,"journal":{"name":"The journal of mesopotamian studies","volume":"20 1","pages":"0"},"PeriodicalIF":0.0,"publicationDate":"2023-09-09","publicationTypes":"Journal Article","fieldsOfStudy":null,"isOpenAccess":false,"openAccessPdf":"","citationCount":null,"resultStr":null,"platform":"Semanticscholar","paperid":"136193393","PeriodicalName":null,"FirstCategoryId":null,"ListUrlMain":null,"RegionNum":0,"RegionCategory":"","ArticlePicture":[],"TitleCN":null,"AbstractTextCN":null,"PMCID":"","EPubDate":null,"PubModel":null,"JCR":null,"JCRName":null,"Score":null,"Total":0}
{"title":"Hermeneutics and Classical Kurdish Literature","authors":"Serdar YILMAZ","doi":"10.35859/jms.2023.1300699","DOIUrl":"https://doi.org/10.35859/jms.2023.1300699","url":null,"abstract":"Ev xebat têgeha hermenotîkê, xebatên bi rêbaza hermenotîkê yên di edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine kirin û behsa pêwîstiya hermenotîkê weke rêbaz ji bo edebiyata Kurdî ya klasîk dike. Armanca me di vê xebatê de nasandina têgeha hermenotîkê, cihê hermenotîkê di edebiyata Kurdî ya klasîk de û lêkolîna xebatên ku bi rêbaza hermenotîkê di edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine kirin e. Hermenotîk di çanda Rojava de sîstemek fikre ya bi bandor û rêbazeke fikre ya popilîst e. Di roja me de hermenotîk ji rêbaza teolojiye derketiye û bûye rêbaza hûner û edebiyatê. Hemenotîk di roja me de dûrketina ji fikren deng û azad kirina ramanan e. Hermenotîk bingeha her tiştê ku şîrove û famkirin tê de ye. Mijara hermenotîkê ya bingehîn deşifrekirina metnan e. Şîrove kirin dilê hermenotîkê ye. Meriv dikare hermenotîkê di çanda Îslamê de bi navê te’wîlê bide nasîn. Hermenotîk, ji bo edebiyata Kurdî wateyeke nû ye û ciyê xwe di qada edebiyata Kurdî de hîn baş nedîtîye. Li Bakur di vi warî de ti xebat nehatine kirin. Çend xebatên ku hatine kirin jî li Başûr hatine kirin. Pêwîst e di qada hermenotîkê de berhemên Kurdî yên klasîk bi hurgilî bêne şîrove û lêkolîn kirin.","PeriodicalId":485999,"journal":{"name":"The journal of mesopotamian studies","volume":"50 1","pages":"0"},"PeriodicalIF":0.0,"publicationDate":"2023-09-05","publicationTypes":"Journal Article","fieldsOfStudy":null,"isOpenAccess":false,"openAccessPdf":"","citationCount":null,"resultStr":null,"platform":"Semanticscholar","paperid":"135364598","PeriodicalName":null,"FirstCategoryId":null,"ListUrlMain":null,"RegionNum":0,"RegionCategory":"","ArticlePicture":[],"TitleCN":null,"AbstractTextCN":null,"PMCID":"","EPubDate":null,"PubModel":null,"JCR":null,"JCRName":null,"Score":null,"Total":0}
{"title":"Melayê Cizîrî'nin Şiir Estetiğinde Güzellik Prototipleri","authors":"Nevzat EMİNOĞLU","doi":"10.35859/jms.2023.1326078","DOIUrl":"https://doi.org/10.35859/jms.2023.1326078","url":null,"abstract":"Estetîk wek mijareke helbesta klasîk, di dirêjahiya sedsalên çerxa navîn de edîb û şair li ser sekinîne. Qada bingehîn a estetîkê husn û cemal e, yanî ciwanî ye. Edebiyatnasan li dor vê babetê nêrîn û hestên xwe anîne ziman. Ev babet ji hêla gelek şairên çerxa navîn ve li ser unsûrên muşterek û bi heman awayî di helbestê de hatiye honandin. Melayê Cizîrî jî yek ji wan şairê Kurd yê serdema klasîk e ku babeta estetîkê û prototîpên ciwaniyê di helbestên xwe de bikaraniye. Ew ciwaniya ku bi şêwazeke standart ve tê ziman, bi saya vegotinên alegorîk û pirwate ya her helbestvanekî ve rewş û rehendeke xweser wergirtiye. Şair û edîb ciwaniyê bi gelemperî li ser prototîpên wê yên herî têkûz vedibêjin. Ev prototîpên ciwaniyê jî objeyên dîtbarî yan jî ferdên xwedî ciwaniya destanwarî ne. Her çiqas di edebiyata klasîk de û her wiha di poetîkaya helbesta Melayê Cizîrî de ev mijareke bingehîn be jî heta niha xebatên bi rêk û pêk li ser vê qadê nehatine kirin. Lewma me hêvî ew e ku ev xebat di vê babetê de bibite sedem û destpêka lêkolînên nû ji bo tijîkirin û birsivdana valahiya vê hêlê. Armanca vê rmanca xebata me ew e ku em di ronahiya helbestên Melayê Cizîrî de li hizra wî ya estetîk binihêrin û prototîpên ciwaniyê ku wî ji bo ciwaniyê bikaranîne, lêbikolin. Di vê çarçoveyê de ev xebat ji destpêkakê û sê beşan pêk tê. Piştî çarçoveya teorik ya di destpêkê de, me hewl da ku em di bin sê sernavan de li ser hizra estetîk a Cizîrî bisekinin, bikaranîna wî ya prototîpan binirxînin û cureyên wan bisenifînin.","PeriodicalId":485999,"journal":{"name":"The journal of mesopotamian studies","volume":"60 1","pages":"0"},"PeriodicalIF":0.0,"publicationDate":"2023-08-19","publicationTypes":"Journal Article","fieldsOfStudy":null,"isOpenAccess":false,"openAccessPdf":"","citationCount":null,"resultStr":null,"platform":"Semanticscholar","paperid":"135971368","PeriodicalName":null,"FirstCategoryId":null,"ListUrlMain":null,"RegionNum":0,"RegionCategory":"","ArticlePicture":[],"TitleCN":null,"AbstractTextCN":null,"PMCID":"","EPubDate":null,"PubModel":null,"JCR":null,"JCRName":null,"Score":null,"Total":0}