KurdinamePub Date : 2024-04-21DOI: 10.55106/kurdiname.1454872
Rozerin Aydın, Rozerin Aydın
{"title":"Di Edebîyata Kurdî de Têgiha Meyê û Hêmanên Gırêdayî Wê -Mînak Dîwana Melayê Cizîrî, Helbestên Feqîyê Teyran, Mem û Zîna Ehmedê Xanî-","authors":"Rozerin Aydın, Rozerin Aydın","doi":"10.55106/kurdiname.1454872","DOIUrl":"https://doi.org/10.55106/kurdiname.1454872","url":null,"abstract":"Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ji helbestvanên herî girîng ên edebîyata klasîk ên Kurdî ne. Hinek têgihên ku bi gelemperî di helbestên şairên Kurd de û di serî de jî di helbestên van her sê şairan de derbas dibe, di jîyana rojane de wateyên zaf cuda di nav xwe de dihewînin. Ev xal jî fêmkirina helbestên edebîyata Kurdî ya klasîk dijwar dike. Di serî de ji bo fêmkirina helbestên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî û bi tevahî jî ji bo fêmkirina helbestên Kurdî ên klasîk divê berîya her tiştî ev têgihên ku me behs kirine rast bên fêmkirin. Di nav van têgihan de ya herî balkêş mey e. \u0000Armanca vê xebatê, analîza bikaranîna meyê û hêmanên sereke yên girêdayî wê nin ku ew di Dîwana Melayê Cizîrî, helbestên Feqîyê Teyran û Mem û Zîna Ehmedê Xanî de ji têgihên ku herî zêde hatine bikaranîn in. Ev xebat li ser bingeha vekolîna dokumentan ve hatîye çêkirin. \u0000Ev xebat ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de ewilî li ser nav, dîrok û taybetîyên meya ku di maneya rasteqîn de tê bikaranîn hatîye rawestan. Paşê li ser merheleyên maneyên mecazî yên ku mey jê derbas bûye hatîye sekinîn û guherînên wê yên li nav edebîyat û tesewufê hatîye vekolandin û bi vî awayî behsa guherîna enstrûmanekî efsanewî ya wê hatîye kirin. Di beşa duyem de jî di Dîwana Melayê Cizîrî, helbestên Feqîyê Teyran û Mem û Zîna Ehmedê Xanî de wate û şeweya bikaranînên meyê û hêmanên sereke yên girêdayî wê bi mînakan ve hatîye izahkirin, li ser cudahîya şêweyên bikaranîna van şairan ligel vê têgihê hatîye rawestan.","PeriodicalId":514135,"journal":{"name":"Kurdiname","volume":"107 48","pages":""},"PeriodicalIF":0.0,"publicationDate":"2024-04-21","publicationTypes":"Journal Article","fieldsOfStudy":null,"isOpenAccess":false,"openAccessPdf":"","citationCount":null,"resultStr":null,"platform":"Semanticscholar","paperid":"140678569","PeriodicalName":null,"FirstCategoryId":null,"ListUrlMain":null,"RegionNum":0,"RegionCategory":"","ArticlePicture":[],"TitleCN":null,"AbstractTextCN":null,"PMCID":"","EPubDate":null,"PubModel":null,"JCR":null,"JCRName":null,"Score":null,"Total":0}
KurdinamePub Date : 2024-04-17DOI: 10.55106/kurdiname.1441262
Sevim Hatun Sürücü
{"title":"Wek Mamosteyekî Hizra Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanî","authors":"Sevim Hatun Sürücü","doi":"10.55106/kurdiname.1441262","DOIUrl":"https://doi.org/10.55106/kurdiname.1441262","url":null,"abstract":"Sedsalên 16em û 17em di dîroka edebiyata Kurdiya Kurmancî da weke du sedsalên zêrîn tên qebûlkirin. Ji bo edebiyata Kurdî ya Kurmancî xîmên bingeheke bihêz hatine danîn û tesîra vê bingehê em îro jî dibînin. Ehmedê Xanî ku wekî mamoste, alim, nivîskar tê nasîn di vê serdemê da jiyaye. Xanîyê ku zêdetir bi Mem û Zînê va tê bibîranîn, di qada perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê da berhemên ewil nivîsîne ku ev berhem di medreseyan da wekî kitêbên dersê hatine xwendin. Nûbihara Biçûkan ku yekem kitêb e ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo zarokên Kurdan hatiye nivîsîn. Aqîdeya Îmanê jî ji bo perwerdeya dînî ya bi Kurmancî hatiye nivîsîn ku herdu berhem jî li medreseyên serdemê wekî berhemên dersê hatine xwendin. Ev xebat hewl dide ku alimtî û mamostetiya Ehmedê Xanî, giringîpêdana ziman û giringiya Nûbihara Biçûkan û Aqîdeya Îmanê ji aliyê hizra perwerdehiyê ya Xanî va bikole. Xebat digel destpêkê ji sê beş û pêvekek e pêk tê. Di destpêkê da behsa dibistanên serdemê “medrese” ya hatiye kirin, peyra fikr û ramanên Xanî yên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hatine behskirin û di beşa sêyem ya xebatê da Nûbihara Biçûkan li gorî prensîbên giştî yên hîndekariyê hatiye nirxandin; herwiha li ser teknîkên hînkirina peyvan (hemwate, dijwate, têkilhev, hevdeng hwd.) hatiye sekinîn.","PeriodicalId":514135,"journal":{"name":"Kurdiname","volume":" 13","pages":""},"PeriodicalIF":0.0,"publicationDate":"2024-04-17","publicationTypes":"Journal Article","fieldsOfStudy":null,"isOpenAccess":false,"openAccessPdf":"","citationCount":null,"resultStr":null,"platform":"Semanticscholar","paperid":"140691450","PeriodicalName":null,"FirstCategoryId":null,"ListUrlMain":null,"RegionNum":0,"RegionCategory":"","ArticlePicture":[],"TitleCN":null,"AbstractTextCN":null,"PMCID":"","EPubDate":null,"PubModel":null,"JCR":null,"JCRName":null,"Score":null,"Total":0}
KurdinamePub Date : 2024-04-15DOI: 10.55106/kurdiname.1462029
Cihan Turan
{"title":"Mersiyeyên Kurdîya Kurmancî Ku Li Ser Ferdên Malbatê Hatine Nivîsîn","authors":"Cihan Turan","doi":"10.55106/kurdiname.1462029","DOIUrl":"https://doi.org/10.55106/kurdiname.1462029","url":null,"abstract":"Mersiyeya ku li ser mirina yekî jê tê hezkirin û bi qedr û qîmet e hatiye nivîsîn di edebiyata klasîk de xwedî cihekî taybet e. Mersiyeyên ku hatine nivîsîn, geh ji bo şa’iran bûne hêlîna elemkişandin û rondikrijandinê û geh jî bûne cihê metihkirinê û kirina nifir û dûayan. Ev celebê şi’irê yê ku jê re mersiye tê gotin him di edebîyata klasîk a şerqê de him jî di Edebiyata Kurdiya Kurmancî ya Klasîk de xwedî cihekî muhîm e. Di Edebiyata Kurdiya Kurmancî ya Klasîk de li ser gelek kesan mersiye hatine nivîsîn. Yek ji wan tebeqeyên ku ji bo wan herî zêde mersiye hatine nivîsîn ferdên malbatê bi xwe ne. Bi vê xebatê tê xwestin bê nîşandan di navbera sedsalên XVIII û XXIan de kîjan şa’irê Kurd çend mersiye bi Kurdîya Kurmancî li ser ferdê malbatê nivîsîne. Di vê xebatê de ewilî pênaseya mersiyeyê hat kirin û dûre li ser wan mersiyeyan hat hûrbûn ku di edebiyata klasîk de bi zaravayê Kurmancî ji ber mirina ferdên malbatê hatine nivîsîn. Ew mersiyeyên di kitêbên çapkirî û destxetan de hatin tesbîtkirin bi rê û rêbaza analîtîk hatin vekolînkirin. Bi kurtasî di vê xebatê de ew mersiyeyên ku şa’irên Kurd ên klasîk ji ber mirina ferdekî malbata xwe nivîsîne hatin lêkolînkirin û hewl hat dayîn bê nîşandan kîjan mersiyenûsî çend mersiye li ser kîjan nasê xwe nivîsîye.","PeriodicalId":514135,"journal":{"name":"Kurdiname","volume":"354 3","pages":""},"PeriodicalIF":0.0,"publicationDate":"2024-04-15","publicationTypes":"Journal Article","fieldsOfStudy":null,"isOpenAccess":false,"openAccessPdf":"","citationCount":null,"resultStr":null,"platform":"Semanticscholar","paperid":"140702965","PeriodicalName":null,"FirstCategoryId":null,"ListUrlMain":null,"RegionNum":0,"RegionCategory":"","ArticlePicture":[],"TitleCN":null,"AbstractTextCN":null,"PMCID":"","EPubDate":null,"PubModel":null,"JCR":null,"JCRName":null,"Score":null,"Total":0}