{"title":"ŞOPA FEQÎYÊ TEYRAN DI EDEBÎYATA ÎSLAMÎ YA TESEWWUFÊ DE","authors":"Ayhan Yildiz","doi":"10.55118/kurdiyat.1329084","DOIUrl":null,"url":null,"abstract":"Mijara vê xebatê hêla tesewwufî, edebî, fikrî û civakî ya Feqîyê Teyran e. Vî şairê klasîk ê edebîyata kurdî ku bi berhemên xwe yên di terza edebîyata gel a tesewwufî de bala lêkolînerên tarîxa tesewwufa îslamî û dîroka edebîyatê kêşeya, di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurdî de hÎn jî cîyê xwe yê cihê negirtîye. Çexera wî ya edebî ya di edebîyata kurmancî de û alîyê wî yê tesewwufî yê di dîroka tesewwufa îslamî de hêjayî lêkolînê bû. Ji ber van egeran ev lêkolîn, bi armanca ku van alîyên wî yên cîyawaz bi zelalî dîyar bike dereket rê. Îddîaya vê lêkolînê ew bû ku cîyê Feqî, di qonaxên dîrokî yên edebîyata îslamî ya kurdî û tevgerên tesewwufî yên îslamî de cîyekî xweser e. Lewre vê xebatê, ji teknîkên rêbaza kalîtatîf bi lêhûrbûna ser berhemên wî, xebatên ku berê li ser jîyan, berhem û kesayetîya wî ya edebî hatine kirin û bi teknîka hevdîtina digel çavkanîyên zindî bi kar anî. Bi vî awayî gihaşt wan vedîtin û wê encamê ku Feqî bi terzê zimanê berhemên xwe, bi riwangeha xwe ya edebî û tesewwufî ji şairên kurmanc ên berî xwe cîyawaz e, çexereke nû di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurmancî de vekirîye. Wî çawa ku qonaxeke nû bi navê “edebîyata tesewwufî ya gel a kurmancî” li edebîyata kurdî zêde kirîye, karîgerîyek li ser edîbên edebîyata klasîk a kurmancî yên pey xwe jî kirîye û ev karîgerîya wî ya edebî-tesewwufî li ser şairên mîna Melayê Bateyî, Bekir Begê Erizî, Axaokê Bêdarî, Feqî Reşîdê Hekarî, Şêx Ehmedê Feqîr, Şêx Nûredînê Birîfkanî û Elîyê Findikî bi zelalî xuya dike. Lewre divê ku di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurdî de bi vê bizavê binbeşeke nû ji vê bizava wî re bihê vekirin û di dîroka edebîyata tesewwufî ya îslamî de, li kêleka şairên edebîyata tesewwufî ya gel a îslamî Yunus Emre û Kaygusuz Abdal, ji Feqî re jî cih bihê veqetandin.","PeriodicalId":506174,"journal":{"name":"Kurdiyat","volume":"54 1","pages":""},"PeriodicalIF":0.0000,"publicationDate":"2023-11-10","publicationTypes":"Journal Article","fieldsOfStudy":null,"isOpenAccess":false,"openAccessPdf":"","citationCount":"0","resultStr":null,"platform":"Semanticscholar","paperid":null,"PeriodicalName":"Kurdiyat","FirstCategoryId":"1085","ListUrlMain":"https://doi.org/10.55118/kurdiyat.1329084","RegionNum":0,"RegionCategory":null,"ArticlePicture":[],"TitleCN":null,"AbstractTextCN":null,"PMCID":null,"EPubDate":"","PubModel":"","JCR":"","JCRName":"","Score":null,"Total":0}
引用次数: 0
Abstract
Mijara vê xebatê hêla tesewwufî, edebî, fikrî û civakî ya Feqîyê Teyran e. Vî şairê klasîk ê edebîyata kurdî ku bi berhemên xwe yên di terza edebîyata gel a tesewwufî de bala lêkolînerên tarîxa tesewwufa îslamî û dîroka edebîyatê kêşeya, di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurdî de hÎn jî cîyê xwe yê cihê negirtîye. Çexera wî ya edebî ya di edebîyata kurmancî de û alîyê wî yê tesewwufî yê di dîroka tesewwufa îslamî de hêjayî lêkolînê bû. Ji ber van egeran ev lêkolîn, bi armanca ku van alîyên wî yên cîyawaz bi zelalî dîyar bike dereket rê. Îddîaya vê lêkolînê ew bû ku cîyê Feqî, di qonaxên dîrokî yên edebîyata îslamî ya kurdî û tevgerên tesewwufî yên îslamî de cîyekî xweser e. Lewre vê xebatê, ji teknîkên rêbaza kalîtatîf bi lêhûrbûna ser berhemên wî, xebatên ku berê li ser jîyan, berhem û kesayetîya wî ya edebî hatine kirin û bi teknîka hevdîtina digel çavkanîyên zindî bi kar anî. Bi vî awayî gihaşt wan vedîtin û wê encamê ku Feqî bi terzê zimanê berhemên xwe, bi riwangeha xwe ya edebî û tesewwufî ji şairên kurmanc ên berî xwe cîyawaz e, çexereke nû di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurmancî de vekirîye. Wî çawa ku qonaxeke nû bi navê “edebîyata tesewwufî ya gel a kurmancî” li edebîyata kurdî zêde kirîye, karîgerîyek li ser edîbên edebîyata klasîk a kurmancî yên pey xwe jî kirîye û ev karîgerîya wî ya edebî-tesewwufî li ser şairên mîna Melayê Bateyî, Bekir Begê Erizî, Axaokê Bêdarî, Feqî Reşîdê Hekarî, Şêx Ehmedê Feqîr, Şêx Nûredînê Birîfkanî û Elîyê Findikî bi zelalî xuya dike. Lewre divê ku di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurdî de bi vê bizavê binbeşeke nû ji vê bizava wî re bihê vekirin û di dîroka edebîyata tesewwufî ya îslamî de, li kêleka şairên edebîyata tesewwufî ya gel a îslamî Yunus Emre û Kaygusuz Abdal, ji Feqî re jî cih bihê veqetandin.